Mîr Tehsîn Beg dixwest, ku Şengal bibe parêzgehek di nava axa Kurdistanê da

Новости

Ev fikirên Mîr Tehsîn Beg, ku welîyê Şengalê Mehme Xelîl piştî kirasguhastina wî ji Ajansa Înformasyon ya BasNewsê ra dibêje, berî salekê Mîr Tehsîn beg ji şandeke Federasyona Kurdên Yekîtîya Sovyeta berê ya bi serokatîya Akademîsyan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ra gotîye
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com (Wek hûn di wêneyê da dibînin, di nava wê şandeyê da, ku seredana Mîr Tehsîn Beg kiribû, kurdên Sovyeta berê yên herî binavûdeng hebûn, wek dengbêj–hunermenda navdar Aslîka Qadir, nivîskar–profêsor Ezîzê Zîyo, berpirsyarê giştî yê malpera Riataza Yûrayê Şamil Nebîyev, ronakbîrên hêja Zorîkê Şekroyê Xudo, Dîma Reşî, Barzanî Nebîyev, serekê komeleya kurdên Qirgizistanê Remezan Seîdov, dengbêj Kurmanc Bakurî û gelekên din)
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Serekbajarê Şengalê Mehme Xelîl got, ku rêberê ola Êzdîyan Mîr Tehsînê rehmetî kedeke mezin kirîye di nava pêşketina miletê kurd da, û Tehsîn Beg ji hemûyan pirtir dixwest, ku Şengal bibe parêzgehek di nava herêma Kurdistanê da
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com ”Emê herdem rêberê ola me ya êzdîyan Tehsîn Beg bîr bînin
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Emê hertim bîra wî bikin
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Em herdem jî hewcê wî bûn, ewî alî me dikir bona li herêmê aşîtî hebe
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Xwesma bona binecîyên Şengalê mirina wî derbeke xedar bû
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Em bi hêvî ne, ku wê her tiştê lazim bê kirinê, bona Şengal bê şênkirin û avadankirin”,- Mehme Xelîl ji Ajansa Înformasyon ya BasNewsê ra got
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com ”Mîr Tehsîn beg di tevaya jîyana xwe da piştgirîya aşîtîyê û aramîyê li Şengalê kirîye
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Ewî hertim dixwest, ku Şengal wek parêzgeh bikeve nava herêma Kurdistanê
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Em bi hêvî ne, ku daxweza Mîr Tehsîn Beg wê zûtirekê pêk bê”,- serekbajarê Şengalê got
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com ”Ez bi hêvî me, ku qedemguhastina Mîr Tehsîn Beg wê bibe hêzeke hevgirtinê bona hemû alîyan û wê aşîtîyê û aramîyê ji gelê Şengalê ra bîne, bona êzdî careke din vegerine warên ber dilê xwe ezîz”,- di dawîyê da Mehme Xelîl got
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Di bin vê gotara ku bi zimanê rûsî di vêrsyona rûsî ya malpera me da çap bûye, Serekê Yekîtîya kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang”, Akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev ha nivîsîye: Rehma Xwedê lê be, cîyê Wî buhuşta Nûranî be
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Salek berîya vê şandeke me – Federasyona Yekîtîya Kurdên Sovyeta berê, em çend kesan va çûn ziyareta Mîrê xweyî rehmetî
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Mîr çend caran fikira xwe wekiland: ”Azadîya me, serxwebûna me di yekbûna me da ne
Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com Şengal pareke Kurdistanê ye, gotî herêma Kurdistanê xweyîtîyê lê bike, ku tu kes zirarê nede êzdîyên Şengalê… Ev e biratî, helalî û zelalî!”

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *