Firîda Hecî Cewarî Cihê te nayê dagirtin!

Новости

Firîda Hecî Cewarî
Cihê te nayê dagirtin!

Me bilekî xemgîn bihîst ku matematîkzan, fizîkzan, pedagog, rewşenbîr û nivîskar Firîda Heciyê Cindî, Cewarî piştî rojbûna xwe ya 84 saliyê bi rojekê, rehma Xwedê kiriye û xatir ji malbata xwe û civaka me kurdan xwestiye. Zehf xemgîn im…

Firîdeya Heciyê Cindî layîqê pesindanên zehf mezin e.
Helbet ew mamosteyeke wisa mezin bû ku gelek şagirtên wê bi dereceyên bilind ve hatine xelatkirinê. Wê zêdetirê 50 salan mamostetî kiriye û bi hezaran şagirtên kurd, ermenî û ji miletên cuda li ber destê wê fêrî ilm û zanyariyê bûne. Li gorî em ji jiyana wê dizanin û dixwînin li Yêrevanê li dibistana 34-an bi qasî 5 salan, li dibistana 122-yan salen dûvedirêj, di dawiyê de jî li kolejeke li Yêrevanê mamostetî kiriye. Firîda Heciyê Cindî di 50 salên mamostetiya xwe de, 30 salan Serokatiya Beşê Fizîk-Matematîkê kiriye. Firîdeyê di kitêba xwe ya “Bîranînên Min” de li ser zîrekî û serkeftina şagirt/xwendekarên xwe de wiha dinivîse: “Xwendekarên min pir caran di Olîpiyadên Matematîkê de ne tenê li Ermenistanê, her wiha li temamiya welatên Sovyetê de cihên bilind û bi rûmet digirtin.”

Firîda Heciyê Cindî xizmetên wisa mezin ji welatê Ermenistan û Sovyeta Berê re kirine ku beramberî van xizmetan bi xelat û medalyayên mezin ve hatiye xelatkirin.

Di ciwaniya xwe de tevî rehmetiyê bavê xwe Heciyê Cindî tevli xebata “Elîfba” û “Zimanê Kurdî” dibe ku ew kitebên hazirkirina dersên kurdî ne.

Piştî wefata bavê xwe Heciyê Cindî û helaliyê xwe Şaîrê kurdê eyan Fêrîkê Ûsiv, piştî temenê 60-70 saliya xwe, dest bi karekî pir hêja û girîng dike. Frîda Cewarî di van salên dawî de gelek kitebên her du ewledên gelê kurd ji nûve amade kir, da çapkirin û pêşkêşî kitebxaneya kurdî kirin.

Min ji zûve xwişka Frîdeyê nas dikir. Heta bêjî bes kulfeteke şîrhelal, dilsoz, dilovan û xêrxwaz bû. Bi rih û can bi çand, huner, ziman û zargotina kurdî ve girêdayî bû.

Ew herdem mîna çar xwişkên xwe, layiqê navê bavê xwe yê rehmetî Heciyê Cindî ma. Herdem wî navî mezin kir û pê jî mezin bû.

Heyf û mixabin roj bi roj zanyar û mamosteyên mîna xwişa Frîdeyê ji nav me bar dikin û civaka me ssêwî dihêlin. Dîsa heyf ku nifşekî nû jî nayê cihê wan.

Xwişka hêja û dilsoz;
Cihê te bi rastî jî wê neyê dagirtin.
Serê gelê kurd sax be!
Rehme li gora Xwişka me Frîdeyê be!
Serê cêwiyên te û rehmetiyê Fêrîk; Zerê û Zoro sax be. Sebir û tebatê ji wan re dixwazim.
Îro movikek ji pişta gelê me çû…
Zehf xemgîn im, sed korayî…

Kinyazê Îbrahîm
Akademîsyen, Profesor
Serokê Civaka Kurdên Qazaxistanê “Berbangê”

Добавить комментарий

Ваш e-mail не будет опубликован. Обязательные поля помечены *